Di Roja Mafên Mirovan de bangên hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bang li Komeleya Giştî ya NY'ê kir ku xwedî li erkên xwe derkeve û qada hewayî li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker bigire, dagirkeriyê bi dawî bike û ji ber sûcên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker hesabê ji wê bipirse.

Di Roja Mafên Mirovan de bangên hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker
Di Roja Mafên Mirovan de bangên hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker
Di Roja Mafên Mirovan de bangên hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker
Di Roja Mafên Mirovan de bangên hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker
Di Roja Mafên Mirovan de bangên hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker
10 kanûn, 2023   18:18
QAMIŞLO

Di salvegera 75'emîn a Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bi beşdariya endamên rêxistinê û hiqûqnasên Qamişlo û ji aliyê rêvebera rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dirûşma îsal a pîrozkirina Roja Mafên Mirovan "rûmet, azadî û edalet ji bo hemiyan e" ku beşeke sereke ya mafên mirovan û azadiyên her kesî ne bê cudahiya olî yan jî nijadî yan jî zimanî yan jî zayendî.

Di daxuyaniyê de der barê şerê li seranserî cîhanê de hat destnîşankirin ku ew sedema sereke ya binpêkirina mafên mirovan û qanûnên navneteweyî û têkbirina rêbazên jiyanê ye û tevî ku ji bo bidawîkirina şeran û sivikkirina wan ked tê dayîn lê dîsa jî şer li cîhanê didomin û li ewlehî û aştiya navneteweyî gef in.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û piştgiriya wê ya komên terorîst bi taybet DAAIŞ`ê, derfetê dide şaneyên DAIŞ`ê ku xwe ji nû ve birêxistin bikin, sûcên terorîst li dijî herêmê bikin. Ruxmî ku di madeyên 1 û 2 ên peymana NY`yê ya sala 1945`an de hatiye bibîrxistin, lê dîsa jî tu hewldanên navneteweyî ji bo rêgirtina li pêşiya van sûcan tune ne.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em di vê rojê de bang li cîhanê di serî de NY'yê dikin ku xwedî li erkên xwe derkevin û hemû aliyan ji bo pêkanîna agirbestê vexwînin, her wiha qada hewayî ya Sûriyeyê li ber balafirên dewleta Tirk bigirin û dagirkeriya wê bi dawî bikin û ji ber sûcên wê yên dermirovî wek êriş, qirkirin û dagirkirinê hesabê ji dewleta Tirk bipirsin. Ji bo çareserkirina kirîza Sûriyeyê rêbazên aştiyane û diyalogê pêş bixin û hemû sûcdarên şer ên destê wan di rijandina xwîna sûriyeiyan de hene, bên cezakirin."

(mh)

ANHA