Şehîd Zîlan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan di salvegera 28’an a şehadeta xwe de li Dêrikê hat bibîranîn.
Rêxistina Kongra Star a bajarê Dêrikê bi boneya salvegera 28’an a şehadeta şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) civînek li dar xist.
Civîn li avahiya PYD’ê bi beşdariya endamên rêxistinên jinan û saziyên sivîl li dar ket.
Di civînê de rêvebera Kongra Star Fatima Silêman axivî û soza şopandina xeta şehîdan ta avakirina welatekî azad da.
Di dawiyê de sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Zîlan hat pêşkêşkirin.
(bb)
ANHA