Şaredariya Reqayê derfetên kar diafirîne

Şaredariya Gel a Reqaayê çaksazkirina Çerxerêya Temwîn û avakirina sûkeke li Parka Spî kir.

Şaredariya Reqayê  derfetên kar diafirîne
Şaredariya Reqayê  derfetên kar diafirîne
Şaredariya Reqayê  derfetên kar diafirîne
Şaredariya Reqayê  derfetên kar diafirîne
Şaredariya Reqayê  derfetên kar diafirîne
Şaredariya Reqayê  derfetên kar diafirîne
Şaredariya Reqayê  derfetên kar diafirîne
Şaredariya Reqayê  derfetên kar diafirîne
Şaredariya Reqayê  derfetên kar diafirîne
Şaredariya Reqayê  derfetên kar diafirîne
Şaredariya Reqayê  derfetên kar diafirîne
Şaredariya Reqayê  derfetên kar diafirîne
10 kanûn, 2025   21:10
REQA

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi dirûşmeya "Ragihandina exlaqî hişmendiyê diafirîne" atolyeyek li ser ragihandina aktîv a ji bo ji bo avakirina aştiyeke mayînde û civakeke demokratîk organîze kir.

Di atolyeyê de endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD’ê Hesen Zûhat, nûnerên Yekitiya Ragihandina Azad, nûnerên MSD’ê û hejmarek rojnamevan amade bûn.

Atolye li hola civînan a avahiya MSD’ê hate lidarxistin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, endamê Hesen Zûhat li ser ragihandinê û çawaniya objektîfbûna wê di guhdarîkirina pirsgirêkên gel de axivî û diyar kir ku di vê qonaxa damezrîner a piştî hilweşîna rejîmê de pêdivî bi baldariyê heye.

Zûhat da zanîn ku divê ragihandin di parastina mafên mirovan de alîkar be û mafên mirovan li Sûriyeyê bike doza raya giştî.

Di atolyeyê de 5 mijar hatin nîqaşkirin. Mijara yekemîn "Ragihandina exlaqî û çêkirina rojnamevanê/a bibandor", ya duyemîn "Hilbijartina madeyên ragihandinê û naskirina rêbazên îqnakirinê û propogandakirina mijarê " û ya sêyemîn jî "Pêşveçûna siyasî, çandî û civakî di arastekirina civakê de" bû.

Di vê warî de, endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mahir Elî li ser ragihandinê axivî û diyar kir ku  "ragihandin dengê heqîqetê ye" û da zanîn ku divê ragihandin bikeve xizmetê civakê û gel, divê ragihandina demokgrafîk li ser bingeha civakî ya saxlem be.

Piştre, beşdaran nîqaş kir û da zanîn ku divê her kantonek komîteya peywendiya bi Rêveberiya Xweser re ava bike.

Mijara çaremîn a atolyeyê li ser "Ragihandina dîjîtal û rûbirûbûna provakatorê" û ya pêncemîn jî li ser "Ragihandin di xizmeta aştiyê de" bû.

Girêdayî mijarê, endamê Nivîsgeha Têkiliyên MSDˊê Hesen Zûhat anî ziman ku hin alav hene ku ji hêla saziyên civakî, xizmetguzarî û rêveberî ve balê nakişînin ser û niha rola ragihandinê li şûn maye. Zûhat da zanîn ku ji bo berjewendiya civakê divê rexneyên avkar di ragihandinê de hebin.

Li aliyekî din jî berdevkê Hêzên El Şimal El Demokratî Mehmûd Hebîb girîngî da rola ragihandinê û bana pêşxistina wê kir, bi taybet di vê qonaxê de ku nûçe û agahiyên derew û sexte zêde ne.

Endamê PYDˊê Mahir Elî jî destnîşan kir ku dubarebûna di hin mijaran de pêdiviyên ragihandinê dabîn nakin, divê made bi awayekî nerm werin pêşkêşkirin, xebat li ser pêşxistina wê û afirandina ragihandineke pîşeyîtir ku girêdayî dozên gel û jinan be were kirin.

Hebîb jî da zanîn ku pêwîstî bi lidarxistina mîna van atolye û panelên girêdayî ragihandinê heye.

Hebîb bang li rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku dost û dijmin ji hev derxin, bi taybet bi dehan rûpel hene ku derewên li dijî vê herêmê parve dikin, li hember wê jî tu rûpeleke parastinê nîn e, ev yek "lawazî ye, divê were çareserkirin."

(ac/fr)

ANHA