Bandorên êrişa dijî Dohayê rojevên rojnameyan bûn

Çavdêran diyar kir ku êrişa Îsraîlê ya dijî Hemasê li Dohayê gefan li îstîqrara herêmê û rûyê Qeterê weke navenda dîplomasî û ewlehî dixwe. Di rojnameyan de pirsên der barê siberoja tevgera Hemasê ya piştî êrişa dijî serkirdeyên wê li Qeterê û gengaziya veguhastina wan li cihên altarnatîf de, hatin kirin.

Bandorên êrişa dijî Dohayê rojevên rojnameyan bûn
12 îlon, 2025   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di nivîsên xwe yên îro de bal kişand ser siberoja tevgera Hemasê piştî êrişa dijî Qeterê û bandorên êrişê.

ˋQETER HEWL DIDE BANDORA ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ LI SER TÊKILIYA XWE BI WASHINGTONÊ RE VEHEWÎNEˊ

Rojnameya El Ereb der barê mijarê de nivîsî û diyar kir ku Qeter hewl dide ku çi bandorên siyasî yên ji ber êrişa Îsraîlê vehewîne, da ku bandorê li hevbendiya wê ya ewlehî ya bi Washingtonê re neke.

Rojnameyê destnîşan kir ku Dohayê rapora "Axios" ya ku îdia dike ku gengaz e ji nû ve hevbendiya wê ya ewlehî were nirxandin derewand. Li gorî rojnameyê, Dohayê aşkera kir ku têkiliya wê ya parastinê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re "Ji her demê zêdetir bi hêz e". Baregeha Amerîkayê ya li "Edîd" yek ji mezintirîn û girîngtirîn avahiyên leşkerî li herêmê ye, ev jî kûrahiya têkiliya ewlehî ya her du welatan nîşan dide û derfetê dide Qeterê ku rola navbeynkdar di dosyayên herêmî yên hesas de bilîze.

Çavdêran jî diyar kir ku êrişên Îsraîlê yên li dijî serkirdeyên Hemasê gefan li cihê Qeterê weke navendî karsaziya aram û platforma dîplomasî ya aktîf dixwe. Ev jî li ser Dohayê ferz dike ku hevsengiyê di navbera berjewendiyên xwe yên aborî û timayên xwe yên dîplomasî li qada navneteweyî de çêke.

ˋPIŞTÎ ÊRIŞA DIJÎ QETERÊ, ÇI CIHÊN EWLE YÊN SERKIRDEYÊN HEMASÊ HENEˊ

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî siberoja serkirdeyên tevgera Hemasê nivîsek bi sernavê "Piştî êrişa dijî Dohayê çi cihên ewle yên serkirdeyên Hemasê hene" parve kir. Rojnameyê diyar kir ku "Heta vê kêliyê nayê zanîn ku wê serkirdeyên tevgerê li ku bi cih bibin an wê biçin dewletên dîtir, an wê li Qeterê bimînin an jî dibe ku cihekî din ku ewletir dibînin hilbijêrin."

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan destnîşan kir ku hin serkirdeyên tevgerê yên bibandor dibe ku berê xwe bidin dewletên weke Cezaîr an jî Morîtanya.

Rojnameya El Qudis El Erebî jî bal kişand ser bandorên êrişa Îsraîlê li ser paytexta Qeterê Dohayê û ev êriş bi binpêkirina aşkera ya serweriya Qeterê bi nav kir û da zanîn ku bandorê li rûyê wê weke dewleteke aram dike, nexasim jî digel hevbendiya wê ya ewlehî bi DYAˊyê re.

Şîrovekaran jî aşkera kir ku bertekên dijî êrişê dibe ku sînordar bimînin, ji ber ku di navbera hin dewletên Erebî û Îsraîlê de têkiliyên stratejîk hene û hin dewlet jî ji pêkanîna gavên rageşiyê li dijî wê metirsîdar in.

Rojnameyê bal kişand ser şîroveya siyasî ya stratejiya Îsraîlê li herêmê û diyar kir ku "Dibe ku êriş qezencên siyasî yên demkurt bide serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu, lê dibe ku qeyd li dijî xwestekên wî yên demdirêj werin danîn. Pêdivî bi helwesteke erebî ya yekgirtî ji bo rûbirûbûna astengiyên herêmî û ferzkirina çareseriyên siyasî ji bo krîza Filistînê heye."

(fr)