Balefirên şer çiyayê Metînayê bombebaran kirin

Balefirên şer yên artêşa Tirk a dagirker çiyayê Metînayê bombebaran kirin û heta niha jî ziyanên wê nayên zanîn.

Balefirên şer çiyayê Metînayê bombebaran kirin
29 sibat, 2024   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyan, beriya çend kêliyan balefirên şer yên artêşa Tirk a dagirker çiyayê Metînayê ya ser bi navçeya Amêdiyê ya girêdayî Dihokê bombebaran kirin.

Têkildarî ziyanên bombebaranê agahî bi dest neketin.