Kesên nenas li Derayê bendeke kontrolê kir hedef

Kesên nenas bendeke kontrolê ya leşkerî ya saziya Emn Siyasî (ewlehiya siyasî) ya hêzên hikumeta Şamê li bakurê Derayê kirin hedef.

Kesên nenas li Derayê bendeke kontrolê kir hedef
29 sibat, 2024   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çekdarên nenas bi 2 bombeyan êrişî bendeke kontrolê ya leşkerî ya şaxê ewlehiya siyasî ya hikumeta Şamê ya li bajarokê Kefer Nasic ê bakurê Derayê kiriye û da zanîn ku kuştî hene.

Bi vê daneyê re li gorî SOHR`ê, ji destpêka salê ve 45 bûyerên tevliheviyê bi rê û rêbazên cuda çêbûne û di encamê de 60 kes hatine kuştin ku piraniya wan endamên hêzên hikumeta Şamê, milîsên wê û şêniyên herêmê ne.

(şx)