HRW: Dewleta Tirk berpirsa sûcên li herêmên dagirkirî ye

HRW’ê di raporeke xwe de diyar kir ku dewleta Tirk berpirsa sûcên hovane û sûcên şer e ku çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê pêk tînin.

HRW: Dewleta Tirk berpirsa sûcên li herêmên dagirkirî ye
29 sibat, 2024   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) di rapora xwe de ku îro weşandiye, diyar kir: "Tirkiye berpirsê binpêkirin û sûcên şer e ku hêz û komên çekdar ên xwecih ên ku piştgiriya wan dike, li herêmên bakurê Sûriyeyê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin, pêk tînin."

Rêxistinê di rapora xwe de sûcên li wan herêman; bûyerên revandin, girtin, tundiya cinsî û îşkenceya ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve tê kirin, di 75 rûpelan de belge kirin.

Rêxistinê destnîşan kir ku destê çeteyên dewleta Tirk a dagikrer û îstixbarata Tirk di wan sûcan de heye û da zanîn ku di nava wan sûcan de, binpêkirina mafên bicihbûnê û milkiyetê, dizîn û talankirina mal û milkên şêniyan û şantajkirin hene. Her wiha îşaret pê kir ku hesab ji sûcdaran nayê pirsîn.

Cîgirê gerînendeyê beşa Rojhilata Navîn a HRW’ê Adam Coogle got: "Sûcên niha tên kirin, dê berdewam bikin, îşkence û windakirina sîstematîk li dijî kesên di bin desthilata Tirkiyeyê de li bakurê Sûriyeyê dijîn jî heye. Heke Tirkiye berpirsyariya wan sûcan negirt ser xwe û li hemberî wan sûcan tedbîr negirt. Rayedarên Tirk, berpirsên van sûcan in ji ber ku desthilata dagirkeriyê ne û hin caran jî rasterast tev li sûcên şer dibin."

Rêxistinê di rapora xwe de anî ziman ku hesabpirsîn ji ber sûcên li dijî mafên mirovan nayê kirin û aşkera kir ku wê lêpirsîn di rewşa 4 kesên peyabilind de çêkiriye ku tê îdiakirin destê wan di sûcan de heye, lê tu kes ji wan nehatiye darizandin û 3 ji wan di nava çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî’ de payebilind in.

(şx)