Balafirgeha Sûdanê careke din hat bombebarankirin

Hêzên Piştevaniya Lezgîn cara duyemîn bi dronan êrişî balafirgeha navneteweyî ya Xertûmê ya Sûdanê kir.

Balafirgeha Sûdanê careke din hat bombebarankirin
22 cotmeh, 2025   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên leşkerî yên Sûdanê dane AFP’ê, Hêzên Piştevaniya Lezgîn berbanga îro balafirgeha navneteweyî ya Sûdanê ya li Xertûmê bombebaran kir.

Biryar bû balafirgeha Xertûmê ku ji destpêka şerê li Sûdanê ve hatibû girtin, îro careke din hatiba vekirin. Duh jî balafirgeh bi dronan hatibû bombebarankirin.

Heman çavkaniyan got: "Dronên milîsên terorîst berbanga îro careke din li balafirgeha Xertûmê da. Sîstema me ya li dijî dronan bersiva êrişê da."

Ji Nîsana 2023’yan ve, di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de şerekî dijwar rû dide. Giraniya şer li Xertûmê û hin herêmên Darforê ye. Hewldanên bidawîkirina şer jî têk diçin.

Li gorî daneyan, di encama şer de bi deh hezaran kes hatin kuştin û derdora 12 milyon kes ji cih û warên xwe bûn. Neteweyên Yekbûyî rewşa mirovî ya li Sûdanê wek "ya herî xirab a li cîhanê" pênase kiriye.

(bb)