Pakrewangeha Minbicê careke din hat xirabkirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker careke din Pakrewangeha Şehîdan a Minbicê xirab kir, kevirên zemîna wê, sûrên wê yên derve û deriyên wê talan kirin.

Pakrewangeha Minbicê careke din hat xirabkirin
22 cotmeh, 2025   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku 8’ê Kanûna 2024’an bajarê Minbicê dagir kir, careke din Pakrewangeha Şehîdan a bajêr xirab kir.

Çeteyan bêrêzî li hemberî cangoriyên şerê li dijî DAIŞ’ê kiriye û zemîna pakrewangehê û sûrên wê yên derve, deriyên wê yên sereke xirab kirin û talan kirin.

1’ê Nîsanê jî wêneyên şehîdan ên pakrewangehê û kevirên wan rûxandibûn. Di 5’ê Hezîranê de beşeke kevirên zemîna wê hatibûn rakirin û talan kiribûn. Di 12’ê Îlonê de jî kel û pelên pakrewangehê hatibûn talankirin.

(bb)

ANHA