Hêzên Ewlekariya Hundirîn şebekeyeke dizan girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 kesên mal û dikanên bazirganiyê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê dizîn û talan kirin, girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şebekeyeke dizan girt
10 adar, 2024   16:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku hêzên wan 4 kesên mal û dikanên bazirganiyê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê dizîn û talan kirin, girtin.

Li gorî daxuyaniya navendê: "Piştî welatiyan giliyên xwe pêşkêşî navendên hêzên ewlehiyê kirin ku şebeyekê dizî kirine, endamên Têkoşîna Dijî Terorê dest bi lêpirsînê kir û piştî hewldanan 4 kesên destên wan di dizî û mal û dikanên bazirganiyê û avahiyên çandiniyê de hebûn, girtin. Her wiha malên wan hatin serdegirtin û li gel wan tiştên hatine dizîn mîna alavên çandiniyê, sînaî û malan hatin dîtin. Hêzan ew ji Desteya Dozgeriya Giştî re şandin ku tedbîrên qanûnî li dijî wan pêk bînin."

(fr)