Rojnamevan Silêman Ehmed 29 roj e revandî ye

Ji Rojnamevan û edîtorê Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 29 roj e agahî nayê girtin. Der barê rewşa Silêman Ehmed de ji bilî daxuyaniyekê, tiştekî din ji aliyê hikumeta Başûr ve nehatiye parvekirin.

Rojnamevan Silêman Ehmed 29 roj e revandî ye
22 mijdar, 2023   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews`ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 29 roj in agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansa Rojnews`ê de wek edîtor dixebite.

Rojnewsê, tometbariyên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê şermezar kirin û daxwaz kir ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û ew were berdan.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin. Lê hîna ji bilî daxuyaniyekê, tiştek din ji aliyê hikûmeta Herêmê ve derbarê rewşa Rojnamevan Silêman Ehmed de nehatiye ragihandin.