Balafirên şer gundekî Amêdiyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Gîrzê yê girêdayî navçeya Amêdiyê bombebaran kir.

Balafirên şer gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
19 sibat 2024   20:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Gîrzê yê girêdayî navçeya Amêdiyê yê girêdayî parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Li gorî çavkaniyê ewlekariyê, îro êvarê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Gîrzê yê girêdayî navçeya Amêdiyê yê girêdayî parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Li gor agahiyan cihê ku hatiye bombebarankirin tenê kîlemetreyekê ji navenda gund dûr e.

Her wiha li gor heman çavkaniyan zirar û ziyanê canî û madî yên bombebaranê nehate zanîn. Liv û tevgera balafirên şer li ser deverê didome.

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku li Zap, Metîna û Xakûrkê ji Operasyonên Şoreşgerî yên Gerîlayên Azadiyê derbên giran û dîrokî xwarin, êriş û bombebaranên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medya û deverên sivîl ên Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.