Balafirên şer ên Tirkiyeyê çiyayê Metîna bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Metîna bombebaran kir, der barê ziyanên êrişan de agahiyên zelal bidest neketin.

Balafirên şer ên Tirkiyeyê çiyayê Metîna bombebaran kir
5 hezîran, 2024   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, çiyayê Metîna yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, bombebaran ji aliyê balafirên şer ve hatiye kirin. Der barê şehîd, birîndar û ziyanên madî yên bombebaranan de tu agahiyên zelal bidest neketin.