Balafireke Îsraîlê li Lubnanê erebeyek bombebaran kir

Balafireke bêmirov a Îsraîlê li bajarokê Kefra yê li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir, di encamê de windahî çêbûn.

Balafireke Îsraîlê li Lubnanê erebeyek bombebaran kir
21 ÇILE, 2024   16:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Rûsya Today daxuyand ku balafireke bêmirov a Îsraîlê li bajarokê Kefra yê li başûrê Lubnanê erebeyeke bombebaran kir, di encamê de windahî çêbûn, her wiha li kêlek wê jî balafirên keşfê yên Îsraîlê li asîmanê başûrê Lubnanê digerin.

Torê da zanîn ku balafira bêmirov a Îsraîlê li ser rêya giştî ya bajarokê Kefra erebe bombebaran kir, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Balafirên şer ên Îsraîlê bajarokê Merkeba yê li ser sînorê başûrê Lubnanê bombebaran kir.

Her wiha artêşa Îsraîlê bi çekên giran derdora bajarên Îtron, Maron El Ras û Yaron ên li başûrê Lubnanê topbaran kirin.

(fr)