Rayedarekî amerîkî: Hikumeta Şamê berpirsê astengiya pêkanîna biryara 2254ˊan e

Rayedarekî Karên Derve yê Amerîkayê got çareya herî guncaw ji bo krîza Sûriyeyê pêkanîna biryra 2254ˊan e û hikumeta Şamê vê biryarê asteng dike.

Rayedarekî amerîkî: Hikumeta Şamê berpirsê astengiya pêkanîna biryara 2254ˊan e
21 ÇILE, 2024   16:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê alîkarê wezîrê Karên Barên Amerîkayê ji bo Kar û Barên Rojhilata Navîn Ethan Goldrich diyar kir ku çareseriya krîza Sûriyeyê di pêkanîna biryara 2254ˊan de ye.

Ethan Goldrich ji malpera Siwêda 24 re got, "Çareya yekane ji bo krîza Sûriyeyê pêkanîna biryara 2254ˊan e.

Goldrich anî ziman ku hikumeta Şamê berpirsê astengiya pêkanîna vê biryarê ye û got, "Hîna rejîma Esed li pêş pêkanîna çareseriyekê siyasî ji krîza Sûriyeyê re asteng e. Divê rejîma Esed li dan û standinan vegere û nûnerên xwe xurt bike û bi niyeteke baş li şûna gelê Sûriyeyê dan û standinan bike. Mîna di biryara 2254ˊan de aşkera ye."

Ethan Goldrich daxuyand ku hebûna leşkerî ya Amerîka li Sûriyeyê di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞˊê de ye û anî ziman, "Amerîka di çarçoveya stratejiya xwe ya giştî ya têkçûyîna mayînde ya DAIŞˊê û El Qaîdê de bi hevkariya QSDˊê û hevkarên herêmî re pabend e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tenefê bimîne."

(fr)