Balafireke bêmirov li Minbicê 2 kes birîndar kirin

Di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Hoşeriyê yê bakurê Minbicê de 2 kes birîndar bûn, yek ji wan bi giranî birîndar bû.

Balafireke bêmirov li Minbicê 2 kes birîndar kirin
Balafireke bêmirov li Minbicê 2 kes birîndar kirin
Balafireke bêmirov li Minbicê 2 kes birîndar kirin
Balafireke bêmirov li Minbicê 2 kes birîndar kirin
7 adar, 2024   18:09
MINBIC

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagireker gundê Hoşeriyê yê li bakurê Minbicê bombebaran kir, di encamê de Şahir Himêdî Xelawî (24) û welatiyekî din ku navê wî nehat zanîn birîndar bûn.

Ew her du birîndar rakirin nexweşxaneyên Minbic û Şahir ji ber rewşa xwe ya nebaş hat emeliyetkirin.

Artêşa Tirk a dagirker bi awayekî rojane gundê Hoşeriyê û gundên li eniyên şer bi balafirên bêmirov, guleyên hawin û obîsan hedef digire.

(fr)

ANHA