Şêniyên Qamişlo sersaxî da malbata şehîd Ferhan Hacî

Li taxa Xerbî ya Qamişloyê konê sersaxiyê ji endamê Hêzên Ewlekariya Hundirn şehîd Ferhan Hacî re hate vedan.

Şêniyên Qamişlo sersaxî da malbata şehîd Ferhan Hacî
Şêniyên Qamişlo sersaxî da malbata şehîd Ferhan Hacî
Şêniyên Qamişlo sersaxî da malbata şehîd Ferhan Hacî
Şêniyên Qamişlo sersaxî da malbata şehîd Ferhan Hacî
Şêniyên Qamişlo sersaxî da malbata şehîd Ferhan Hacî
Şêniyên Qamişlo sersaxî da malbata şehîd Ferhan Hacî
Şêniyên Qamişlo sersaxî da malbata şehîd Ferhan Hacî
7 adar, 2024   17:37
QAMIŞLO

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên Kongra Star, endamên Hêzên Ewlekariya Hundurîn û bi sedan şênî berê xwe da konê sersaxiyê û sersaxî xwestin.

Di bin konê sersaxiyê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Şemsîxan Gulo bi xêrhatina beşdaran kir.

Şemsîxan Gulo bal kişand ser têkoşîna şehîd Ferhan û diyar kir ku wek rêhevalên xwe bi hemû xebatên xwe xwedî li destkeftiyên şoreşê derketin.

Şemsîxan Gulo wiha got: “Îro li Bakûr û Rojhilatê Suryeyê bi hemû pêkhateyên xwe em bi saya Rêber Apo gihîştin hev û li dijî faşîzmê tê dikoşin. Em 8’ê Adarê li tevahî jinên têkoşer pîroz dikin û bi hêza jinê em ê bingeha jiyana demokratîk ava bikin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestê malbatê hat kirin.

 (be)

ANHA