Li Idlibê di navbera hêzên Şamê û çeteyan de pevçûn derket

Hêzên hikumeta Şamê 3 balafirên bêmirov li gundewarên Idlibê û Quneyterayê xistin xwarê, her wiha li rojavayê Helebê de di encama bombebarana balafirên xwekuj de çeteyek hat kuştin.

Li Idlibê di navbera hêzên Şamê û çeteyan de pevçûn derket
7 adar, 2024   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê diyar kir ku hêzên wê yên çekdar bi çeteyên hewl da êrişî nuqteyeke leşkerî ya li nêzî Idlibê bikin ketin pevçûnê.

Wezartê daxuyand ku hêzên wê 3 balafirên bêmirov ên komekê li gundewarên Quneytera û Idlibê de xistin xwarê û yek ji endamên wê girt.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, yekîneyeke ji hêzên wê li gundewarê başûrê Idlibê bi komeke terorîst a girêdayî Cebhet El Nusra ya terorîst de ketin nava pevçûn. Ji ber ku wan çeteyan hewl da bikevin nuqteyeke wan a leşkerî. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin û terorîstek hate girtin.

Girêdayî mijarê, li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di encama bombebarana balafirên xwekuj ên hêzên Şamê li dijî Foca 112ˊyan a li derdora aliyên rojhilatê Daret Ize yê li rojavayê Helebê de çeteyekî Heyet Tehrîr El Şam hate kuştin.

(fr)