Balafira Rûsyayê li Efxanistanê ket

Midûryeta Giştî ya Hewavaniya Sivîl a Hindistanê (DGCA) li ser hesaba xwe ya X’ê diyar kir ku  Balafirek Rûsyayê ku 6 kes tê de bûn li Efxanistanê ket.

Balafira Rûsyayê li Efxanistanê ket
21 ÇILE, 2024   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Midûryeta Giştî ya Hewavaniya Sivîl a Hindistanê (DGCA) li ser hesaba xwe ya X’ê ragihand ku li bakur û rojhilatê bajarê Badahşanê ya Efxanistanê balafirek ketiye. 

Rêveberiya Hewavaniyê ya Rûs jî ragihand ku balafireke li ser navê qeydkirî û 6 rêwiyên wê hebûn dema li ser Efxanistanê difiriya winda bûye.