Rojname: Hebûna leşkerî ya Îranê li Sûriyeyê ne bi razîbûna El Esed e

Li gor çavdêran, stratejiya Îranê li Sûriyeyê ku di nav de sekna li hember Îsraîlê û mayendekirina hebûna xwe li Sûriyeyê heye, hesabên El Esed tev lihev kirin û ew li hember Rûsyayê xistiye rewşeke şermokî.

Rojname: Hebûna leşkerî ya Îranê li Sûriyeyê ne bi razîbûna El Esed e
21 ÇILE, 2024   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê têkildarî rewşa li Sûriyeyê analîzek weşand. Di analîzê de hate diyarkirin ku Sûriye veguheriye qadeke hevrikiye leşkerî ya bilezin di navbera Îran û Îsraîlê de. Dema ku Îran şandina çek û rayedarên leşkerî ji Sûriyeyê didomîne, Îsraîl jî planên xwe yên hedefgirtina hebûna Îranê li Sûriyeyê, ranewestîne. Di encamê de kesayetên bi bandro ên Pasdarên Îranê yan jî komên alîgirên Tahren û Şamê dikuje. 

Li gor analîzê, ev hevrikî fişarê li ser El Esed zêde dike ku naxwaze welatê wî bibe eniyeke berdêl a Îranê û berjewendiyên wê li herêmê.

Di êrişa Îsraîlê de li dijî avahiyekê li taxeke paytexta Sûriye Şamê de 5 şêwirmendên Pasdarên Îranê hatin kuştin. Tehranê jî gef xwar ku di "dem û cihê guncew de" dê bersivê bibe.

Êrişa Îsraîlê roja şemî ii dijî avahiyekê li taxa Mezê ya rojavayê Şamê bû ku gelek baregehên ewlehiyê û leşkerî yên Sûriyeyê û Filistînê, balyoz û rêxistinên navneteweyî li wir hene.

Di berdewama analîzê de hatiye diyarkirin ku hemwextî êrişên Hûsiyan û pevçûnên Hizbullahê Lubnanê bi Îsraîlê re, Îran hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê wek eniyeke berdêl li hember Îsraîlê xurtir kiriye. Ji bo ku nehêle Îsraîl li hember Hemasê di demeke bilez de bi ser keve.

Li gor çavdêran, xurtkirina Îranê hebûna xwe ya leşkerî û îstixbaratî li Sûriyeyê ne bi kêfa El Esed ku dixwaze nîşaneyê şer bi rêya bidawîkirina çeteyên Tirkiyeyê û vekişîna komên alîgirên Îranê ji Sûriyeyê bi dawî bike. Rojnameyê bi bîr xist ku dûre armanca Îranê ji Sûriye ku di bin navê "alîkariya El Esed di sepandina ewlehiyê û tunekirina tundrawan de bike" kete Sûriyeyê, diyar bû ku dixwaze li gor stratejiyekê li hember Îsraîlê, li Sûriyeyê bimîne lê ev rewş El Esed tevlihev dike, li hember Rûsya El Esed dixe rewşeke şermokî û lihevkirinên wê yên ji dûr ve bi Til Evîvê re binpê dike.

Li beramber wê, Îsraîl armancên diyar vediqetîne mîna ku ji Şamê re dibêje "Şer ne şerê te ye û dest tê nede" û armanc hebûna Îranê li Sûriyeyê ye. Li gor rojnameyê diyar e ku Îsraîl taktîkên xwe guhertin li şûna hedefgirtna cebilxaneya wê li Sûriyeyê niha fermandarên leşkerî û ewlehiyê yên Îranê dike hedef.

(şx)