Artêşa Rûsyayê kontrolkirina bajarokekî Donetskê ragihand

Rûsyayê ragihand ku hêzên wê bajarokê Shevchenkoyê yê Donetskê kontrol kirine û li tesîsên leşkerî, binesazî û cihên hilberîna dronan xistine.

Artêşa Rûsyayê kontrolkirina bajarokekî Donetskê ragihand
26 tîrmeh, 2026   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku hêzên wê bajarokê Shevchenkoyê yê Komara Gel a Donetskê kontrol kirine.

Wezaretê destnîşan kir ku hêzên Rûsyayê navendên lojîstîk, kargehên hilberandin û hilanîna dronan, tesîsên binesaziya sotemenî, enerjî û veguhastinê yên ku ji bo piştgiriya artêşa Ukraynayê têne bikaranîn jî kirine hedef.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku baregeheke demkî ya hêzên Ukraynayê û şervanên biyanî ya li 146 cihan jî hatiye xistin.

Li gorî daxuyaniyê,  hêzên Rûsyayê êrişeke berfireh li dijî kargeha pîşesaziya parastinê ya li Kîevê ku ji bo hilberandin û komkirina droneyan têne bikaranîn pêk anî. Di heman demê de tesîsên leşkerî yên li bendera Çornomorskê kirin armanc.

(bb)