Artêşa Lubnanê 110 penaber girtin

Artêşa Lubnanê ragihand ku li beravên bajarê Terablusê yê li bakurê Lubnanê keştiyeke penaberan desteser kiriye. Ji 110 penaberên di keştiyê de, 108 kes ji Sûriyeyê ne.

Artêşa Lubnanê 110 penaber girtin
1 kanûn, 2023   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Lubnanê daxuyand ku li beravên bajarê Terablusê yê li bakurê welat, keştiyeke ku pê qaçaxçîtiya mirovan dihate kirin, desteser kiriye.

Artêşê da zanîn ku îro di çarçoveya çavdêriya sînorê deryayî û têkoşîna li dijî qaçaxçîtiyê de dewriyeyeke hêzên deryayî yên artêşê li beravên Terablusê qaçaxçîtiya mirovan a bi rêya keştiyekê 110 mirov hilgirtibûn, asteng kiriye.

Artêşê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku kesên li keştiyê siwar bûbûn, 108 sûriyeyî û 2 jî lubnanî bûn.

(fr)