Li Kenyayê ji ber lêhiyan 136 kes mirîn

Di encama lêhiyên ku ji ber baranên bi hêz yên di nîva meha Mijdarê de li Kenyayê destpêkirîn, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîna gihişt 136 kesan.

Li Kenyayê ji ber lêhiyan 136 kes mirîn
1 kanûn, 2023   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hindir ya Kenyayê ragihand ku hejmara kesên di encama lêhiyên ji ber baranên bihêz derketîn de jiyana xwe ji dest dayîn gihişt 136 kesan.

Li Kenyayê ku 10 milyonan kesan malên xwe bi cih hêlabûn, hikûmetê 15 milyon dolar budçe diyarkiribû û ‘rewşa awarte’ ragihandibû.

Li aliyê din Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Etîyopyaya ku dikeve bakurê Kenyayê jî karesata lêhiyê çêbûye. NY’ê ragihand ku di encama lêhiyên li Etîyopyayê rabûyîn de 57 kesan jiyana xwe ji dest dane.

NY’ê her wiha diyar kir ku li Etîyopyayê zêdetirî 600 hezar kesan ji malên xwe derketine û hejmara kesên bi nexweşiya Kolerayê ketîn jî zêdebûye.

Heman demê de li Somaliyê ku dikeve rojhilatê Kenya û Etîyopyayê jî di encama lêhiyan de 101 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.