Artêşa Îsraîlê li Xezayê da

Artêşa Îsraîlê Xeza, Refeh û Dêr Belehê topbaran û bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê li Xezayê da
30 kanûn, 2025   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a SAFA’yê ya Filistînê, artêşa Îsraîlê bakurê bajarê Til Rifeh û rojhilatê kampa Mexazî ya naverasta Xezayê bi dijwarî topbaran û bombebaran kirin.

Heman ajansê ragihand ku herêmên rojhilatê bajarê Dêr Belehê jî bi dijwarî hatin topbarankirin û bajarokê Beyt Lahiya yê bakurê Xezayê hat bombebarankirin.

Li gorî nivîsgeha ragihandinê ya hikumeta Xezayê artêşa Îsraîlê ji Mijdara îsal ve 969 caran peymana agirbestê binpê kiriye, di encamê de 418 filistînî hatin kuştin û hezar û 141 kes jî birîndar bûn.

(b)