Di rojnameyên erebî de nakokiyên navxweyî yên li Sûriyeyê û guhertinên navneteweyî

Rojnameyên erebî diyar kir ku Sûriye di ezmûneke aloz re derbas dibe ku rewşa wê ya  ewlehiyê qels e û civaka wê jihevketî ye. Di heman demê de Iraq di nava veguherînên herêmî yên bilez de li hevsengiyeke nazik bi DYA’yê re digere.

Di rojnameyên erebî de nakokiyên navxweyî yên li Sûriyeyê û guhertinên navneteweyî
30 kanûn, 2025   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro li ser rewşa aloz a Sûriyeyê û têkiliyên Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nivîsin.

‘SÛRIYE DI XETEREYÊ DE YE: LI HEMBER PARÇEKIRINÊ PEYMANA NETEWEYÎ!’

Rojnameya Al Mudun nivîsî ku Sûriye di qonaxeke veguhêz a aloz re derbas dibe ku ji modelên kevneşopî yên veguhêz derbas dibe. Rojnameyê hilweşîna rejîmê ku ji 50 salan zêdetir dom kir, wek erdhejeke siyasî û civakî ku avahiya dewletê û têkiliya di navbera civak û dewletê de guhertiye, nirxand.

Rojnameyê destnîşan kir ku şerê desthilatdariyê yê heyî û pirbûna kom û aliyên navxweyî yên bi rojevên cuda, dibin astengî li pêşiya aramiya ku tê xwestin a ji bo destpêkirina pêvajoyeke başbûnê û hişyarî da ku cihêrengiya mezhebî û etnîk wekî amûreke ji bo pevçûn û belavbûna kaosê were bikaranîn.

Rojnameyê nivîsî ku kiryarên terorîstî yên ku vê dawiyê li çend herêmên Sûriyeyê hatine kirin, parçebûna civakî kûrtir dikin û hewce dike ku dewleta nû siyaseteke hembêzkirinê ya berfireh li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, avakirina baweriyê û xurtkirina jiyana hevbeş pêk bîne, wekî şertekî bingehîn ji bo têkoşîna li dijî terorîzmê û avakirina dewletê.

‘DI SALA NÛ DE NÎŞANEYÊN KAOSEKE NAVNETEWEYÎ’

Rojnameya El Xelîc li ser rewşa cîhanê di dawiya sala 2025`an de nivîsî ku cîhan li ber teqîneke berfireh e, ji ber paşketina sîstema cîhanê û rizîbûna sîstemên têkiliyên navneteweyî û mafên mirovan.

Rojnameyê behsa berdewamiya şerê li Ukraynayê, zêdebûna rageşiyên nukleerî yên li Asyayê, pevçûnên piralî yên li Afrîkayê û şerê bazirganî û teknolojiyê di navbera DYA û Çînê de kir û ev mijar wek nîşaneke rewşeke kaosa navneteweyî bi nav kir.

‘IRAQ Û DYA: HEVSENGIYEKE ZEHMET’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser têkiliya Iraq û DYA`yê û destnîşan kir ku vekişîna hêdî hêdî ya DYA`yê hebûneke sînordar di bin navê "şêwirmendiyê" de hiştiye, vê jî hikumeta Iraqê bi dijwarîya birêvebirina têkiliyeke hevseng bi Washingtonê re rû bi rû hiştiye.

Rojnameyê destnîşan kir ku aborî hîna karteke zextê ye di destê DYA`ê de, bi taybetî bi rêya pergala darayî ya cîhanê ku Bexdayê neçar dike di têkiliyên dualî de aramiyê biparêze.

Rojnameyê diyar kir ku Iraq li ser xaçerêyeke dijwar e; yan avakirina hevkariyeke wekhev li ser bingeha berjewendiyên hevbeş, yan jî vegera rewşa girêdayîbûna siyasî.

(k)