Artêşa Îsraîlê kete başûrê Lubnanê

Artêşa Îsraîlê barbanga îro kete başûrê Lubnanê û êrişên bejahî dan destpêkirin.

Artêşa Îsraîlê kete başûrê Lubnanê
1 cotmeh, 2024   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi desteka hewayî û obîsan ketiye başûrê Lubnanê.

Di daxuyaniya artêşê de hate gotin: "Armanca me binesaziya terora Hizbullahê ya li başûrê Lubnanê ye. Ev armanc jî li gundên nêzî sînor in."

Artêşa Îsraîlê ragihand ku dê êrişên pêkanîna armancên şer bidomîne.

(bb)