Stratejiya Îranê ya piştî êrişên li Lubnanê rojeva çapemeniya erebî ye

Rojnameyên erebî di weşanên xwe de cih da stratejiya Îranê ya piştî êrişên li ser Lubnanê û şandina çekdaran ji aliyê Îranê ve ji Iraq û Sûriyeyê re.

Stratejiya Îranê ya piştî êrişên li Lubnanê rojeva çapemeniya erebî ye
1 cotmeh, 2024   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê "Piştî kuştina Nesrallah stratejiya herêmî ya Tehranê di xetereyê de" weşand. 

Rojnameyê diyar kir ku bi zêdebûna êrişên Îsraîlê yên li dijî navendên Hizbullahê re têkildarî stratejiya Tehranê ya di dema bê de pirs çêkirin.

Rojnameyê da zanîn ku piştî kuştina Qasim Suleymanî di êrişeke hewayî ya Amerîkayê de kuştina Nesrallah, derbeya herî mezin a li dijî stratejiya Îranê ya li herêmê ye.

Li gorî rojnameyê Îranê di serdema Reîsî û wezîrê wê yê karên derve Hisên Emîr Abdullahiyan de, di şerê Hemas û Îsraîlê de xwest nîşan bide ku siyaseteke herêmî ya hevgirtî nîşan dike û ew piştgiriya "Eniya Berxwedanê" dike û têkiliyan bi dewletên cîran re bi pêş dixe, lê stratejiya herêmî û siyaseta hundirîn a Tehranê piştî kuştina Suleymanî hîna tevlihev e.

Rojnameyê diyar kir ku hikumeta nû bi fikar e, her şerekî cidî di navbera Îran û Îsraîlê de di hilbijartinên serokatiyê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de bi awayekî erênî bandorê li şansê Trump bike, her wiha bandorê li hewldanên sivikkirina nakokiyên bi ewropiyan re jî bike.

Rojnameyê destnîşan kir ku hin rayedarên hikumeta nû ya Îranê hişyarî dan ku Îran bikeve "xefika" serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu ku Îranê bikişîne nava şer.

‘PIŞTÎ NESRALLAH: 3 PIRSGIRÊK SIBEROJA ŞER Û ROJHILATA NAVÎN DIYAR DIKIN’

Rojnameya El Ereb a Londonê cih da nirxandina pisporekî siyaseta Rojhilata Navîn ku mirina Hesen Nesrallah di siyaseta Lubnanê de û siberoja Hizbullahê guhertineke bingehîn e, ji ber ku hevalbenda herî girîng a Îranê ya li herêmê ye.

Rojnameyê da zanîn ku mirina Nesrallah ji bo Îran, Hizbullahê û Îsraîlê 3 pirsgirêkên bi hev ve girêdayî afirandin ku dê siberoja herêmê diyar bikin.

Rojnameyê diyar kir ku Nesrallah ji şaşiya şerê 2006`an ders girtiye ku wê demê endamên xwe bi rêya sînorên Îsraîlê şandin û leşkerên Îsraîlê revandin û di encamê de şerekî 34 rojan rûda. Wî şerî ne tenê Hizbullah, beşeke mezin a Lubnanê jî wêran kir.

Li gorî rojnameyê, Hizbullah piştî kuştina Nesrallah teqez dê bersivê bide. Kesê şûna Nesrallah bigire ger Neîm Qasim be yan jî Haşim Sefî El Dîn heke di êrişan de neyê kuştin, divê bi lez piştgiriyê xurt bike û bersiveke giştî û biwate bide.

Rojnameyê bal kişand ser aliyê stratejîk jî û diyar kir ku di çend mehên dawîn de îsbat bû ku Hizbullah nikare êrişên Îsraîlê yên li dijî wê rawestîne û îhtimal heye fermandarên komê bersiveke biwate nedin ji bo ku êrişên Îsraîlê berfirehtir nebin.

‘ÎRAN HEWL DIDE BI HEZARAN ÇEKDARAN BIŞÎNE SÎNORÊN SÛRIYE Û LUBNANÊ’

Malpera El Hura cih da nirxandina kovara ‘Time’ ya amerîkî û diyar kir ku “Îran hewl dide bi hezaran çekdaran bişîne sînorên di navbera Lubnan û Sûriyeyê de".

Malperê li gorî heman çavkaniyan da zanîn ku "di 2 mehên borî de bi hezaran çekdar bi rastî ji Iraqê derbasî Sûriyeyê bûne" û di heman demê de îşaret pê kir ku Tehran "hewl dide hêza xwe ya bersivandinê xurttir bike".

Malperê li gorî agahiyên ku heman kovarê ji berpirsekî berê yê Pentagonê wergirtine, destnîşan kir ku gerînendeyê bernameya ewlehiyê ya Rojhilata Navîn ê navenda ewlehiya amerîkî ya nû Jonathan Lord got: "Îran ji bo wekîlên xwe şer nake lê wekîlên wê ji bo wê şer dikin".

Girêdayî heman mijarê çavkaniyekî ji ajansa Bloomberg re bi bîr xistibû ku Îran "hewl dide bi hezaran çekdaran derbasî sînorên di navbera Sûriye û Lubnanê de bike".

Çavkaniyê ku navê xwe nedaye, da zanîn ku "Iraq dê li gel Sûriyeyê veguhere korîdorên sereke yên Hizbullahê ku toreke tunelan li ser sînorên Sûriye û Lubnanê ava kirine û hin fermandarên wê bi rêya wan tunelan derbasî Sûriyeyê bûne."

Şêwirmenda kar û barên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya koma aloziyên navneteweyî Dina Esfandiary got Îran dê neçar bibe bersivê bide û di heman demê de diyar kir ku pergala Îranê "naxwaze tev li şerekî bibe ku dizane tê de bi ser nakeve, ji ber wê divê bertekên xwe baş binirxîne".

(şx)