Îsraîlê careke din Şamê bombebaran kir: 3 kuştî, 9 birîndar

Di bombebarana Îsraîlê ya li ser bajarê Şamê de 3 welatî hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Îsraîlê careke din Şamê bombebaran kir: 3 kuştî, 9 birîndar
1 cotmeh, 2024   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya ser bi hikumeta Şamê ve ku agahiyên xwe ji çavkaniyekî leşkerî wergirtiye ragihand ku balafirên şer û yên bê mirov saet 02.05’an ê barbanga îro de li bajarê Şamê gelek nuqte bombebaran kirin.

Çavkanî diyar kir ku di encama bombebaranê de 3 welatiyên sivîl hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn. Hate ragihand ku ji kuştiyên pêşkêşvana televîzyoneke ser bi hikumeta Şamê ve  Sefa  Ehmed e.

Heman çavkanî da zanîn ku pergala parastina hewayî ya hikumeta Şamê piraniya moşek û balafirên bê mirov ku ji aliyê Girê Colanê ve hatin avêtin, xistin.

(bb)