Panorama hefteyê: Rejîma Îran di demeke nêzîk de nakeve, Lubnanî bi fikar in

Çavdêran diyar kir kuştina rêveberên Îranê valahiyeke siyasî ya mezin çêkir, lê ev nayê welateya ku rejîm dê teqez di demeke nêzî de hilweşe. Di heman demê Lubnanê bi fikar in ku Îsraîlê bikeve welat. Çavdêran destnîşan kir ku pêşketinên li Îranê derfeteke girîng ji bo Kurdan e.

Panorama hefteyê: Rejîma Îran di demeke nêzîk de nakeve, Lubnanî bi fikar in
8 adar, 2026   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayên erebî û cîhanî di hejmarên hefteya borî rewşa Îranê, bandora şer li ser pergala Îranê û Lubnanê û egera ku Kurdên Rojhilat û Îranê bikevin tevgerê, nirxandin

 ‘REJÎMA ÎRANÊ ÇI QAS DIKARE LI BER XWE BIDE?’

Malpera erebî ya rojnameya Independent analîzek li ser êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê û siberoja pergala Tehranê weşand. Li gorî analîzê, kuştina rêveberên navdar û wêrankirina beşeke binesaziya leşkerî ya rejîmê, valahiyeke mezin a siyasî çêkiriye, lê ev nayê wê wateyê ku rejîm di siberojeke nêzîk de hilweşe.

Di analîzê de hate gotin: "Komara îslamî li ser sazûmaniyeke tevlihev hatiye avakirin ku dikare xwe li ber şokan ragire, çîna serdest jî bi salan e bi destnîşankirina alternatîfên serokatiyê û belavkirina hêzan di nava saziyên dewletê de, ji bo senaryoyên gengaz amadekariyan dike.”

Malperê her wiha destnîşan kir: "Tevî êrişên leşkerî, kêmbûna bandora herêmî ya Tehranê, her wiha tevî rewşa aborî ya navxweyî ya xirab, dibe ku rejîma Îranê di demek kurt de rizgar bibe, dibe ku ji vê krîzê qelstir û naziktir derkeve. Îhtîmal heye ku piştî kuştina Xamineyî şerên navxweyî li ser desthilatê derkevin.”

'ŞERÊ HERÊMÎ LUBNANÊ DIŞEWITÎNE: TIRSA JI KONTROLKIRINA ÎSRAÎLÊ'

Malpera El Modon destnîşan kir ku şerê Îran-Amerîkî hêdî hêdî berfireh dibe, Îran li kendavê cihan dike hedef, welatên rojava û kendavê helwestên bêalî girtine amadekariyên parastinê dikin.

Heman malperê diyar kir ku Washington hewl dide bandora Îranê sînordar bike û Tehranê ji derdora xwe qut bike, rê li ber hevalbendên xwe yên herêmî bigire ku tev li şer nebin, di heman demê de Îran israr dike ku çarçoveya şer berfireh bike.

Rojnameyê bal kişand ser bandora şer li Lubnanê û ev nirxandin kir "Piştî avêtina rokêtan ji başûr û dijwarbûna êrişên hewayî yên Îsraîlê, her wiha piştî gefên berfirehkirina operasyonan û eregên pêkanîna operasyonên bejahî, êdî Lubnan bi bandor ketiye şer."

Malperê bi bîr xist ku hikumeta Lubnanê civînek awarte li dar xist. Di civînê de baskên leşkerî û ewlehiyê yên Hizbullahê bi yên derveyî qanûnê kir, her wiha ji artêşê xwest ku plana sînordarkirina çekan li bakurê Çemê Litanî bi cih bîne.

Malperê bal kişand ku metirsî hene Îsraîlê bi rêya ketina xwe bejahî ya nava başûrê, koçberkirina xelkê wir rewşeke leşkerî ya nû ferz bike, piştre mercên siyasî û ewlehiyê ferz bike.

'KARTA KURDAN DIKEVE NAV HESABÊN ŞERÊ DYA-ÎSRAÎLÊ YÊ LI DIJÎ ÎRANÊ'

Rojnameya El Ereb jî behsa “rola pêşbînkirî ya hêzên Kurd a li Îranê” kir û wiha nivîsand: “Daxwaza Donald Trump ji komên Kurd ên Îranê yên li bakurê Iraqê ku êrişî Îranê bikin, pêşketineke balkêş di şerê berdewam ê li herêmê de ye. Ev yek derî li ber îhtîmala derketina eniyeke nû ya li ser sînorê rojavayê Îranê vedike. Dibe ku ev yek nakokiya heyî zêdetir bike û wê veguherîne pevçûneke pir-enî ku ji çarçoveya kevneşopî ya pevçûna di navbera Tehran, Tel Avîv û Washingtonê de derbas dibe."

Li gorî rojnameyê; "daxwaza ji aliyê Trump ve tê kirin girîng e, sedema vê girîngiyê jî xwezaya erdnîgarî û siyasî ya herêmên Kurdan ên li ser sînorê Îran-Iraqê ye. Ev herêm demeke dirêj bû ku ji bo çend komên Kurdan ên muxalifên Tehranê bûbûn qadeke çalek. Herêma Kurdistana Iraqê ya nîv-xweser ev qad wek bingeheke lojîstîk û siyasî bi kar tînin. Her çend ev kom bi salan e di asteke sînorkirî de dixebitin jî, lê eger piştgirî ji wan re were dayîn an jî hêzên navneteweyî şewqa kesk bidin wan, şerê berdewam dikare ji wan re derfetekê pêşkêş bike ku rola xwe ya leşkerî berfireh bikin. Lê îhtîmala serhildaneke berfireh a Kurdan di nav Îranê de ne diyar e. Komên Kurdên Îranê bi salan e ji ber çavkaniyên sînorkirî û dabeşbûnên siyasî êşê dikişînin. Her wiha bandora wan di nava civaka Kurd a Îranê de ne yekgirtî ye. Ji ber vê yekê, şiyana wan a vekirina eniyeke leşkerî ya bibandor li dijî dewleta Îranê, girêdayî asta piştgiriya derve ye. "

(bb)