Amerîkayê li Enbar Heşdî Şeebî bombebaran kir

Pentagon ragihand ku direngiya şeva borî bi fermana raste rast ya Serokê Amerîkayê û di çarçoveya tolgirtina êrişa li ser baregeha Eyn Esed de, li Iraqê sê baregehên komên girêdayî Hîzbûllah ya nêzîkî Îranê bombebarankirin.

Amerîkayê li Enbar Heşdî Şeebî bombebaran kir
24 ÇILE, 2024   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) bi daxuyaniyekê ragihand ku direngiya şeva borî bi fermana raste rast ya Serokê Amerîkayê Joe Biden û di çarçoveya tolgirtina êrişa li ser baregeha Eyn Esed de, li Iraqê sê baregehên komên girêdayî Hîzbûllah ya nêzîkî Îranê bombebarankirin.

Medya Iraqê jî diyar kir ku baregehên Hîzbullah ên li Enbar û Babil hatine bombebarankirin û encamê de kuştî û birîndar çêbûne.

Hêjayî gotinêye ku duh bi şev komên çekdarên Meqawmey Îslamî (Berxwedana Îslamî) êrişî baregeha Eyn Esed a hêzên Amerîkayê ya li parêzgeha Enbar kir.

Amerîkayê beriya niha ragihandibû ku li dijî êrişên komên çekdarên nêzîkî Îranê yên li ser hêzên wan, mafê wan yê parastina hêzên hevpeyman li herêmê heye ku di dem û cihên guncaw de wê bersiv werin dayîn.