Li Şengalê Pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan tê xwendin

Li herêma Dihola ya Şengalê bi dirûşma 'Parêznameyên min li ku bin ez li wir im' pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin.

Li Şengalê Pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan tê xwendin
24 ÇILE, 2024   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li komalgeha Dihola ya Şengalê di bin dirûşmeya ‘Parêznameyên min li kuderê bin ez li wirim’ pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin û nirxandin li ser hatin kirin. 

Li tevahiya Şengalê di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re Xweserî’ ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hatiye destpêkirin, dê 7 rojan pirtûkên Rêber Ocalan bê xwendin û nîqaş bê meşandin. Roja 21’ê Çile bi dirûşmeya ‘Parêznameyên min li kuderê bin, ez li wirim’ pêngava xwendina pirtûk û parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hate destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de li komalgeha Dihola ya Şengalê bi armanca xwendina pirtûkan civînek hate lidarxistin. Di civînê de endamên hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser yên komlegeha Dihola û Borik amade bûn.

Bejdarvanên civînê di nirxandinên xwe de anîn ziman ku ne fikrek wiha nêzî fikrê Êzdiyatî ba wê di fermana sala 2014’an de, bi hewara wan nehatiban û ewê ji binî tinebiban. Lê bila her kes bi zanibe jî dema ku civakek xwe li ser fikirê Serok Apo perwerde û zane bike, rûxandina wê civakê zehmete.

Endamê Meclisa komelegha Dihola Heyîder Hesen axivî û got; “Çiqas mirov Rêber Apo dixwîne, ew qas tiştên nû dibîne, her çiqas me weke gelê Şengalê xwe di bin Sîwana Netewa Demokratîk de ku xwe di spêre fikrê Rêber Apo de perwerde kiriye û xwe zane kire jî, lî hîna ji bona me tevahiya gelê Şengalê lazime, ji ber ku her gotinek Rêber Apo wateyek xwe ya girêdayî dîrokê heye.”

Hesen di dawiyê de got; “Em weke meclis êdî erk di keve ser milê me tişta ku me fam kirî em di nava civaka xwede jî belav bikin, ji ber ku bi sedan sale civak bê perwerde hatiye hiştin, êdî emê jî bi erka perwerde kirina civaka xwe rabin. Em weke gelê Şengalê xwe deyndarê Serok Apo dibînin, em jî li vir soz didin heya azadiya fizîkî ya Rêberê xwe li ser piyan bin û qed gav pajde navêjin.”

Civîna bi dirûşmeya ‘Bi can bixwîn em bi terene ey Serok’ ‘Bê Serok jiyan  nab’ bi dawî bû.