Aloziya di navbera DYA û Îranê de û zextên li ser Netanyahu rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî destnîşan kir ku dan û standinên DYA-Tehranê têk çûne û Tehran hewl dide bandora xwe li Sûriyeyê çêke. Rojnameyan îşaret pê kir ku ji ber polîtîkayên koçberiyê aloziya li Los Angelesê zêde bûye û zextên li ser Netanyahu jî siberoja rêveberiya Îsraîlê dixin metirsiyê.

Aloziya di navbera DYA û Îranê de û zextên li ser Netanyahu rojevên rojnameyên erebî ne
12 hezîran, 2025   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkiliyên aloz ên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îran de, bûyerên vê dawiyê li Los Angelesê, her wiha zexta li ser serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, rojevên sereke yên rojnameyên erebî ne.

‘DYA: ÇAVEK LI ÎRANÊ YE Û YÊ DIN LI SÛRIYEYÊ YE’

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da têkiliyên aloz ên di navbera DYA û Îranê de yên têkildarî dan û standinên nukleer.  Hate gotin: "Pirsgirêk, dewlemendkirina uranyumê li hundirê Îranê ye. Tehran dewlemendkirina uranyumê wek mafekî serdestiyê dibîne, lê DYA wek xeteke sor dibîne."

Rojnameyê cih da axaftina serokê DYA’ê Donald Turmp ku dibêje baweriya wî ya îqnakirina Îranê kêm bûye û diyar kir "Îran di dan û standinên xwe yên li gel hêzên rojavayî de dijmintir bûye."

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku Sûriye ji bo şer û aştiyê kilîteke mezin e, lê niha bi taybetî di kêliyekê girîng de li derveyî bandora Îranê ye.

Rojnameyê der barê helwesta hêzên rojavayî de jî wiha nivîsî: “Eger em bi çavên rojavayî-amerîkî li mijarê binêrin, em şêniyên herêmê xema me berjewendiyên me û hestên me ye.  Ew naxwazin Îran sûdê ji qada Sûriyeyê wergire, lê dixwazin di şerê bi wekîlan de sûdê ji qadên Iraq û Yemenê wergirin, mîna ku wekîla xwe ya berê an ku Hizbullah a Lubnanê dikirin."

Li gorî rojnameyê, mijara siberoja azadiyên kesane û welatparêziya nîştimanî ya Sûriyeyî ji bo DYA’yê mijareke berfireh e, tiştê girîng destkeftiyên siyasî yên heyî ye. Hate gotin: “Hêzên rojavayî dixwazin kaxeza Sûriyeyê û enerjiya hêrsa gelê Sûriyeyê ya li hemberî Îranê di dema pêwîst de bi kar bînin, da ku xeteke sunnî ya dijwar di navbera Îran û Hizbullahê de ava bikin.”

Rojnameyê der barê Îranê de jî ev şîrove kir: “Dixwaze berxwedanê bi kar bîne û di şerê xwe yê taybet de astengiyên li Sûriye û Iraqê çêke.”

‘ALOZIYÊN LI LOS ANGELESÊ NÎŞANA KRÎZA DYA’YÊ NE’

Rojnameya El Ereb a Londonê jî bal kişand ser aloziyên li bajarê Los Angeles ê DYA’yê, şerê di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlehiyê de. Hate gotin: "Li gorî şîrovekaran tevlihevî wekî bûyereke xwecih a ji rêzê nîn e, lê aloziyên kûr û berfireh ên polîtîkayên DYA’yê ye. Pirsgirêkên koçberiyê bi nakokiyên siyasî yên hişk têne navandin û bi awayekî milîtarîzekirinê nêzî pirsgirêkên civakî dibin."

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku aloziya li Los Angelesê asta parçebûna dijwar a di navbera siyastên federal û desthilatê de nîşan dide. Her wiha hate gotin, pisporên siyasî yên DYA’yê piştrast dikin ku aloziya li Los Angelesê ne îzole ye, lê wekî beşeke pirsgirêkên siyasî û civakî komî ser hev bûne.

ZEXTÊN LI SER NETANYAHU

Rojnameya El Beyan a Îmaratê cih da zextên li ser serokwezîrê Îsraîlê Benjemin Netenayhu û ev nirxandin kir: Zexta yekemîn:  Mezheba olî ‘Hirêdîm’ e ku qanûna leşkeriya neçarî bi tundî red dike û wek êrişeke li dijî taybetmendiya wê ya olî pênase dike.

Zexta duyemîn: Malbatên girtiyên sax an mirî yên îsraîlî yên li gel Hemasê, Netanyahu sûcdar dikin ku di dan û standinên bi Hemasê re yên bi armanca serbestberdana girtiyan û radestkirina cenazeyan de bi cidiyet tev nagre. Ev jî helwesta wî ya mirovî û siyasî lawaz dike.

Zexta sêyemîn: Lêpirsînên der barê gendelî, bidestxistina qezenciyan û bikaranîna xirab a desthilatê.

Zexta çaremîn: Hevbendiya di hikumetê bi xwe de ye, bi taybet  kesayet Bastel Smotrich û Etamar Bin Ghaffir ku bûne barek di hikumetê de. Zexta din jî parlamento ye; rexneyên dijwar ên bloka muxalefeta di hundirê Knessetê de mîna (La Pid, Gantz û Bloka Ereban). Ji ber rexneyên dijwar û êrişên bi gotinan, êdî civînên Knessetê ji Netanyahu re bûne wekî kabûseke siyasî.

Zexta pêncemîn Îran e. Îran di dema dawîn de ragihand ku wê belgeyên stratejîk ên hesas ên girêdayî bernameya nukleerî yê Îsraîlê bi dest xistiye. Ev jî wekî binpêkirineke ewlehî ya xeternak ji bo Îsraîlê tê dîtin.

Zexta şeşan: Rêveberiya berê ya DYA’ê ya bi serokatiya Donald Trump e ku zextê li Îsraîlê dike da ku operasyoneke leşkerî li dijî Îranê pêk neyne ku bibe sedema astengkirina dan û standinên nukleerî.

Li gorî rojnameyê, ji ber van zextan Netanyahu li xwe mikur hat ku ew tengasiyeke siyasî û tenduristî de ye.

(bb)