Almanya û Rûsya li ser bilindkirina rageşiyê li Rojhilata Navîn hişyarî da

Hemwextî amadekariya Îranê ji bo bersivdayîna êrişa Îsraîlê ya li dijî balyozxaneya wê li Şamê, Moskov û Berlînê li ser berfirehbûna regeşî û aloziya li Rojhilata Navîn hiyşarî da.

Almanya û Rûsya li ser bilindkirina rageşiyê li Rojhilata Navîn hişyarî da
11 nîsan, 2024   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra karên derve yê Almanyayê Annalena Baerbock bi rêya telefonê bi hevpîşeyê xwe yê Îranê re diyar kir ku aloziya li Rojhilata Navîn ne di berjewendiya tu kesî de ye.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê li ser Xˊê bang li tevahî aliyan kir ku bi berpirsiyarî tev bigerin û xwe ragerin.

Her wiha, Moskovê bang li Îran û Îsraîlê kir ku xwedî berpirsiyarî bin nexasim piştî ku Tehranê gef li Til Avîvê xwarin.

Berdevkê parlamentoya Rûsyayê Dmitry Peskov ji rojnamevanan re ragihand ku girîng e ku hemû alî xwedî berpirsiyarî bin da ku aramiya herêmê têk neçe.

Girêdayî wê, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî serdana wî ya ji bo baregeheke leşkerî ya başûrê Îsraîlê diyar kir ku Îsraîl ji bo senaryoyên li deverên din amade ye ku şerê Xezayê jî bidomîne û got: "Em amade ne pêdiviyên ewlekariyê yên Îsraîlê hem di êriş hem jî parastinê de pêk bînin."

Netanyahu destnîşan kir ku dê Îsraîl li dijî kesên êrişî wê bike bisekine.

Murşidê Îranê Elî Xaminey duh da zanîn ku dê Îsraîl ji ber êrişa xwe ya li dijî balyozxaneya Îranê ya li Şamê derbeyê bixwe.

(mh)