Çapemeniya Erebî pêşketinên li Lubnan û Sûriyeyê û reforma NY`ê nirxand

Nivîskar Esale Ebû Ubeyda dibêje mafên jinan li Sûriyeyê, bi valahiyek nakok a di navbera pêşniyarên ku îdia dikin mafên jinan diparêzin û mekanîzmaya bicihanînê de mane.

Çapemeniya Erebî pêşketinên li Lubnan û Sûriyeyê û reforma NY`ê nirxand
23 nîsan, 2026   03:45
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Nivîskar û çalakvana civakî Esale Îbrahîm Ebû Ubeyda rastiya mafên jinên Sûriyeyê di dema hikumeta demkî de nirxand. 

Esale Ebû Ubeyda li ser rewşa jinan li Sûriyeyê ji ajansa me re axivî û got gotinên hikumeta demkî û rastiya heyî ji hev cuda ne. Di axaftinê de behsa pêşxistin û rola jinan dikin lê di rastiyê de rola jinan sînordar e. Rêjeya nûnertiya jinan ji sedî 4 e û ev tê wateya ku rola jinan li Sûriyeyê nîn e. Guhertinên siyasî yên di vê dema dawiyê de firset in, lê di rastiyê de jêhatîbûna jinên Sûriyeyê û hêza wan a ku dikarin biryarê bidin, nayê nîşandan.

‘DI NAVBERA GOTIN Û PÊKANÎNÊ DE CUDAHÎ HEYE’

Esaleyê anî ziman ku di daxuyaniyan de behsa parastina mafên jinan dikin û di pêkanîna van daxuyaniyan de tiştekî wisa nîne û wiha got: ` Ev daxuyanî û çanda civaka kevneperest li hevdû nakin. Dibe ku ev yek nayê şopandin. Lê belê polîtîka pêkanîna van daxuyaniyan ne zelale ku garantiya pêşxistina jinan bide û diyar bike ku hêza jinan heye.`

Ji bo ku ev pirsgirêk were çareserkirin Nivîskar Esale girîngî da pêşxistina jinan û naskirina mafên wan a mafên xwe. Her wiha danûstandin bi jinan re berferehtir bibe, destek bidin jinan, wan perwerde bikin da ku bikarbin ji hemû aliyan ve hebûna wan xwe diyar bikin.

Nivîskar Esale Ebû Ubeyda got jin di civakê û jiyana siyasî de rastî gelek zehmetiyan tê, weke çanda civakî ya her tim bi gumanin ku jin bikarbin civakê birêve bibin, alîkarî nadin jin û hebûna wê di xebatên îdarî de qels e. Got ku aliyê aborî de zext li jinan tê kirin, jin ji têkçûnê û rexneyên civakî yên giran ditirsin, ji ber vê yekê hêza xwe dernaxin. Civak parastina jinan û mafên wan nakin. Lewre jinên sûriyeyî di gelek zor û zehmetiyan re derbas dibin.

Esaleyê got: “Ji bo pêşxistina tevlêbûna jinan bi awayekî zelal û rêxistinkirî, divê garantî were dayîn ku bi adil nûnertiya xwe bikin, mekanîzmeyên mîna kotayê hebin, jinan ji aliyê siyasî û îdarî ve perwerde bikin.”

Her wiha bang kir ku destekê bidin însiyatîfên jinan, modêlên ku bi ser dikevin, rola jinan bi pêş bixin, pêşxistina baweriya civakê bi jinan, afirandina hawîrdoreke ewle ku dihêle jin bê tirs an jî bê cudahî xwe îfade bikin û beşdar bibin.

Esale Ebû Ubeyda anî ziman ku çarçoveya yasayî ya niha li Sûriyeyê hedefên jinên Sûryeyê bi awayekî zelal na teyisînê. Hîna jî di navbera qanûn û rastiyê de cudahî heye, bi taybet di aliyê parastin, wekhevî û firsetdayînê de cudahî heye.

Esaleyê da zanîn ku pêdiviya jina Sûriyeyê bi sîstemeke qanûnî ya hîn zêdetir edalet tê de hebe, heye. Bi vê sîstemê re destek bide serxwebûn û tevlîbûna wê ya civakê.

‘JIN ROLA XWE DI AVAKIRINA AŞTIYÊ DE DILÎZIN’

Eslae Ebû Ubeyda diyar kir ku jin li Sûriyeyê rola xwe di avakirina aştiyê de dilîzin, hêza wan heye ku diyalogê bikin û têkiliyên civakî sererast bikin. Bi tecrubeyan hate îsbatkirin ku tevlêbûna jinan di pêvajoyên aştiyê de digihêjê encamên xurttir. Divê garantî were dayîn ku nûnertiya jinan di Sûriyeya nû de hebe. Di pêvajoya pêş de divê îradeya jinan a siyasî hebe ku bikarin tev lê bibin, ji derveyî derxistina qanûnên zelal ku hebûna wan di saziyên dewletê de garantî dike. Zimanê civakê bi jinan re bidin guhertin, were perwerdekirin, bi awayê dê jin li Sûriyeyê nûnertiya xwe bikin û çalak bin.

NIVÎSKAR ESALE ÎBRAHÎM KÎ YE?

Esale Îbrahîm Ebû Ubeyda nivîskar û çalakvana civakî, pispora zanista xwarinê ye. Pirsgirêkên jin û guhertinên civakî yên li Rojhilata Navîn çêdibin, lêkolîn dike. 2 pirtûk; “Zêdetir nêz nebe” û “Îşaret qels e” nivîsandine. Niha jî li ser pêşxistina ferdan, afirandina ferasetên nû yên girêdayî têkiliyan, nêrandineke ku ferd û bi taybet jinan xurt bike, jiyaneke zêdetir hevseng û serbixwe, pirtûkekê dinivîse.

(np)

ANHA