Agirbesta li Lubnanê hat binpêkirin

Artêşa Îsraîlê agirbest binpê kir, bajarokê Kewnîn ê başûrê Lubnanê topbaran kir. Her wiha li bajarokê Xiyam jî avahî hilweşandin.

Agirbesta li Lubnanê hat binpêkirin
17 nîsan, 2026   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Agirbesta di navbera Îsraîl û Lubnanê de ji roja yekemîn de hat binpêkirin.

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê bajarokê Kewnîn ê navçeya Bint Cibêl a li başûrê Lubnanê bi obîsan topbaran kir û li bajarokê Xeyamê jî operasyonên teqandin û hilweşandina xaniyan pêk anîn.

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku hêzên Îsraîlê li bajarokê Kewnînê guleyên obîsan avêtin tîma ambulansê ya girêdayî "Desteya Tenduristiyê ya Îslamê".

(bb)