Agirbesta di navbera Îsraîl û Lubnanê de ket meriyetê

Agirbesta di navbera Hizbullah û Îsraîlê de duh derengiya şevê ket meriyetê. Aliyên herêmî û naveteweyî piştgirî da agirbestê.

Agirbesta di navbera Îsraîl û Lubnanê de ket meriyetê
17 nîsan, 2026   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump duh ragihandibû ku Îsraîl û Lubnanê li ser agirbesteke 10 rojan li hev kiriye. Trump di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wî bi serokkomarê Lubnanê Josef Ewn û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re hevdîtin pêk aniye û da zanîn ku agirbest dê li gorî Herêma Dema Rojhilat (EST) saet di 17.00’an de bikeve meriyetê.

Trump her wiha got her du welat piştî 34 salan cara yekem e li Washingtonê hatine cem hev û diyar kir ku ji bo pêvajo veguhere aştiyeke mayînde, rêveberiya DYA’yê dê têkiliyên xwe bidomîne. Trump ragihand ku wî serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu û serokkomarê Lubnanê Ewn ji bo hevdîtinên asta bilind vexwendine Qesra Spî.

Agirbesta demkî ya ji bo 10 rojan hate qebûlkirin, li gorî saeta herêmî ya Lubnanê ji saet 00.00’an ve kete meriyetê.

Bi destpêkirina agirbestê re li Lubnanê, bi taybetî li taxên başûrê Beyrûtê pîrozbahî hatin kirin û gelek koçber vegeriyan malên xwe.

Fransa, Almanya, Erebistana Siûdî û Komîseriya Ewropayê piştgirî da agirbestê û bang kir ku agirbest pêk were û serweriya dewleta Lubnanê were piştgirîkirin. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bang li hemû aliyan kir ku li gorî agirbestê tev bigerin.

Îranê jî diyar kir ku agirbesta li Lubnanê di çarçoveya lihevkirinên berfirehtir ên girêdayî dosyayên herêmê de pêk tê. Washington û Tel Avîvê jî îşaret pê kir ku mijara Lubnanê ji dan û standinên li gel Tehranê cuda ye.

Hate ragihandin ku di çend saetên beriya agirbestê û piştî agirbestê de hin binpêkirin çêbûne. Hate diyarkirin ku Îsraîlê li başûrê Lubnanê da û ji aliyê başûrê Lubnanê ve jî mûşek ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin, di heman demê de tevgera dronan li ser herêmê hebû.

Di encama êrişên çend mehên borî de zêdetirî 2 hezar û 100 kes li Lubnanê hatin kuştin û pêleke mezin a koçberiyê çêbû. Artêşa Lubnanê ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê de herêmên li başûrê çemê Lîtanî ji bakur qut bûn û aloziya li ser sînor jî dewam dike.

(bb)