Di rojnameyan de ‘şerê mîman’ û agirbesta li Lubnanê

Rojnameyan diyar kir ku şerê Îranê ji aliyê leşkerî wêdetir bûye şerê mîman. Rojnameyê der barê bandora şer a li Lubnanê de nivîsand: "Her çareseriyeke muhtemel dikare rê li ber îstîqrarê veke, lê di heman demê de ger ew çareserî li ser biryareke navxweyî ya yekgirtî nebe, hingî xetereya "aştiyeke netemam" hildigire.”

Di rojnameyan de ‘şerê mîman’ û agirbesta li Lubnanê
17 nîsan, 2026   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyan di hejmarên xwe yên vê sibehê de şerê medyayê yê ku Îran dimeşîne û agirbesta li Lubnanê nirxandin.

'ŞERÊ MÎMAN Ê ÎRANÊ'

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da ‘şerê mîman’ (meme) ê li Îranê û îdia kir ku şer êdî bi aliyê leşkerî ve sînordar nîn e, lê belê şerê medyayê jî girtiye nava xwe. Hate gotin, wêne, dîmen û naverokên henekbaz bûne amûrên sereke ji bo bandora Ii ser raya giştî.

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku Îran vî cureyê şer bi awayekî dîtbarî ê henekbaz bi kar tîne da ku propagandayê bike û hevrikên xwe tevlihev bike.

‘TEHRANÊ ÇAWA WEKHEVÎ BI WASHINGTONÊ RE FERZ KIR?’

Rojnameya El Erebî El Cedîd diyar kir ku Tehran, tevî ferq û cudahiya mezin a di hevsengiya hêzê bi DYA'yê re, lê karî asteke wekheviyê di şer de ferz bike. Hate gotin, Tehran di vî warî de xwe spart stratejiyên "şerê asîmetrîk" ku mûşek û dron û xwezaya dirêj a pevçûnê bi kar aniye.

Li gorî rojnameyê, ev nêzîkatî rê li ber gihaştina armancên şer girtiye û rejîma Îranê berxwedêr hiştiye û Îran xistiye rewşeke dan û standinê ya bibandortir.

'SERWERÎ LI SER MASEYÊ TÊ CERIBANDIN’

Rojnameya Nîda El Weten a Lubnanê bal kişand ser bandorên van pêşketinan li ser Lubnanê û diyar kir ku pêvajoya dan û standinê ya ku welat tê de ye, mijara serweriyê dixe ber ceribandinê, nemaze li gel nakokiyên navxweyî û saziyên dewletê yên qels.

Rojnameyê da zanîn ku her çareseriyeke muhtemel dikare rê li ber îstîqrarê veke, lê di heman demê de ger ew çareserî li ser biryareke navxweyî ya yekgirtî nebe, hingî xetereya "aştiyeke netemam" hildigire. Rojnameyê destnîşan kir ku çareseriyên ferzkirî dikarin bibin agirbesteke demkî ji bo pevçûneke mezintir.

(bb)