Agahî ji jineke ciwan a ji Holê nayê wergirtin

Têkiliya bi jineke ciwan a ji gundewarên li başûrê Holê ya gundewarên Hesekê, dema ku ew li parêzgeha Tartûsê dixebitî, qut bû.

Agahî ji jineke ciwan a ji Holê nayê wergirtin
29 tîrmeh, 2026   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbata Saadiya Ramadan El Emo ku ji gundê El Hezîm ê li başûrê navçeya Holê ye, ragihand ku roja Yekşemê ya borî dema ku ew li Parêzgeha Tartûsê dixebitî, têkiliya wê ya bi malbatê re qut bûye.

Li gorî malbata wê, Saadiya herî dawî ji wan re gotiye ku ew bi rê de ye ku pereyan ji wan re bişîne, paşê hemû têkilî pê re qut bûn. Ji wê demê ve, wan nekariye cihê wê diyar bikin an rewşa wê nas bikin.

Malbatê bang li her kesê ku agahdariyek li ser Saadiyê heye, an jî di rojên dawîn de ew dîtiye, kir ku bi wan re têkiliyê deyne yan jî rayedarên têkildar agahdar bike.

(k)

ANHA