9 roj e Firqeya 4ʹan bajarokê Zakiye xistiye çemberê

9 roj e Firqeya 4ʹan a hêzên hikumeta Şamê bajarokê Zakiye yê gundewarê Şamê xistiye çemberê.

9 roj e Firqeya 4ʹan bajarokê Zakiye xistiye çemberê
17 îlon, 2024   16:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku Firqeya 4ʹan a girêdayî hêzên hikumeta Şamê ya bi serkêşiya Mahir Esed 9 roj e dorpêçeke giran li ser bajarokê Zakiye yê başûrê rojavayê Şamê ferz kiriye.

Di heman demê de hin rûspiyên herêmî dan û standinên bi hêzên hikumeta Şamê re, da ku rageşî zêde nebin, dewam dikin.

Li bajarokê Zakiye tevgera welatiyan tune ye, dikanên bazirganî û mal girtî ne, piranî saziyên hikumetê di nav de dibistanê girtî ne. Li kêlek wê jî xelkê bajarok ji bo destpêkirina hemleyeke mezin di metirsiyê de ne.

SOHRʹê diyar kir ku Firqeya 4ʹan li têketin û derketinên bajarokê hêzên xwe zêde kirine, her wiha bendên kontrolê li gelek herêmên cuda danîne.

(fr)