Li nêzî sînorên Sûriye-Lubnanê êriş: 3 kuştî

Li nêzî sînorên Sûriye-Lubnanê kesên nenas kemîn danî pêşiya hêzên hikumeta Şamê û di encamê de 3 leşker hatin kuştin.

Li nêzî sînorên Sûriye-Lubnanê êriş: 3 kuştî
17 îlon, 2024   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarokê Hifêr Foqa yê li herêma Qelemûn a nêzî sînorên Sûriya-Lubnanê di kemînekê de ku kesên nenas daniye, 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

SOHR`ê da zanîn ku leşkerên kuştî bi Hizbullahê re kar dikin û yek ji wan fermandar e. Piştî bûyerê, hêzên hikumeta Şamê dest bi lêgerînê kir.

(şx)