Hêzên Şamê sewqiyetên leşkerî li bakurê Sûriyeyê zêde kirin

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê sewqiyetên leşkerî li nuqteyên xwe yên li bakurê Sûriyeyê zêdekirin. Çavkaniyan got ew yek ji bo sekna li dijî êrişeke muhtemel a komên çete yên Tirkiyeyê ye.

Hêzên Şamê sewqiyetên leşkerî li bakurê Sûriyeyê zêde kirin
17 îlon, 2024   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwe diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê karwaneke leşkerî ji gelek erebeyên ʹzîlʹ, tankareke çek û cebilxane, leşker û tank sewqî bakurê Sûriyeyê kirin.

SOHRʹê anî ziman ku karwan di rêya Humis-Hemayê re ber bi bakurê Sûriyeyê ve çû ku nuqteyên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê werin xurtkirin.

Di Îlonê de li gorî çavkaniyan, çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê û komên din ên çeteyan diyar kiribû ku ew amadekariya êrişeke mezin li dijî nuqteyên hêzên Şamê yên li ʹherêma bêçekʹ dikin.

(fr)