41 filistînî hatin kuştin

Di êrişên ji vê sibehê yên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 41 filistînî hatin kuştin.

41 filistînî hatin kuştin
31 tebax, 2024   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ewlehiyê parve kirine, artêşa Îsraîlê li bajarê Xelîl bi ser gelek taxan de girt û gelek kes revandin.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê taxa Besîra ya başûrê Xezayê, taxa Zeytûniya ya başûrê rojhilatê Xezayê, kampa Nisêrat a naverasta Xezayê, herêma Hesaniya ya rojhilatê kampê, herêma Cûra Lot a Xan Yûnis a başûrê Xezayê kirine hedef. Ajansê diyar kir ku di êrişan de 41 kes hatine kuştin.

Tevgera Hemasê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li devera Coş Etîsyon û mêtingeha Kermîtisûr a bakurê Xelîl a Şerîdaya Rojava "çalakî" li dar xist û ev agahî da: "Çalakiya bibandor di aliyê cih de ku li devera Xelîl El Rihman a başûrê Şerîdaya Rojava hate lidarxistin û di aliyê dem de  ku dagirkeran êrişên xwe li ser parêzgehên bakurê Şerîdaya Rojava zêde kirine û komkujiyan li Xezayê pêk tîne, peyamên sembolîk didin."

(bb)

ANHA