Bîlançoya Tebaxê: 7 çete hatin kuştin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê di meha Tebaxê de 7 hewldanên dagirkirina gundên Minbicê têk birin. Di encamê de 7 çete hatin kuştin û 22 çeteyên din birîndar bûn.

Bîlançoya Tebaxê: 7 çete hatin kuştin
31 tebax, 2024   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê bîlançoya meha Tebaxê ya êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundên kantonê û bersivandina êrişan aşkera kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Tebaxê de êrişên li dijî kantonê zêde kirin, lê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên çeteyan bersivandine.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin piştî têkçûna êrişan, dewleta Tirk û çeteyên wê bi çekên giran malên sivîlan topbaran kirine.

Her wiha di daxuyaniyê de bîlançoya êrişan û topbaranê hate aşkerakirin ku wiha ye:

843 obus û hewan

7 êrişên ji aliyê Hêzên Meclisa Leşkerî ve hatine bersivandin.

4 balafirên bêrmirov (dron) hatine xistin.

7 balafirên bêmirov û biçek li gundên Minbicê teqiyane.

Bi 7 moşekan gundê Ewn Dadat, bi 3 moşekan gundê Mehsenlî û bi moşekekê gundê Cat bi giştî bi 11 moşekan çeteyan gundên kantona Minbicê bombebaran kirin.

Di êriş û topbaranê de 11 sivîl birîndar bûne. Di nav wan de zarok û jin hene.

7 çete hatine kuştin.

22 çete birîndar bûne.

4 şervanên Hêzên Meclisa Leşkerî ya MInbicê şehîd bûne.

Her wiha di daxuyaniyê de dateyên êrişên dewleta Tirk hatine parvekirin. Date bi vî rengî ye:

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bakur û rojavayê Minbicê bi çekên giran topbaran kirine. Şênî hinekî tirsîn lê ji malên xwe derneketin.

Gundê Hoşeriye bi 27 top, Cat bi 28 top, Deric bi 27 top, Tûxar bi 24 top, Ewn Dadat bi 81 top, Cerad bi 44 top, Ereb Hesen bi 45 top, Um Cilûd bi 78 top, Um Edese bi 14 top, Dendeniye bi 39 top, Siyade bi 209 top, Qirtwêran bi 18 top, Kawiklî bi 59 top, Korhiyok bi 38 top, Boxaz bi 29 top, Ceble Hemra bi 13 top, Yanlî bi 15 top, Boyhic bi 17 topan hatin topbarankirin.

Di Tebaxê de gundên Hoşeriye, Mehsenlî, Cat, Ewn Dadat, Tûxar, Derc, Ereb Hesen, Cerad, Um Cilûd, Um Edesê, Kawiklî, Dendeniye, Siyade, Qirtwêran, Korhiyok, Boxaz, Ceble El Hemra, Boyhic ketober û bi awayekî hovane ji baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li dune Şêx Nasir û Yaşilî ên li eniyên şer hatine topbarankirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê nehiştin çeteyên dewleta Tirk bikevin wan gundan û dagir bikin.

Li gorî daxuyaniyê çeteyan 21.8.2024`an xwestiye bikevin gundê Mehsenlî lê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê nehiştine û di encamê de şer derketiye; 2 çete hatine kuştin û 2 din jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê gelek caran hewl dane bikevin kantona Minbicê lê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê nehiştine û bersiv dane. Di encamê de şer derketiye, ji bilî zirarên mezin di çek û cebilxaneyê de, gelek çete hatine kuştin û birîndarkirin û çeteyên mayî reviyane.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê her tim amade ye û dê bi hêz bersivê bide hewldanên li dijî ewlehiya herêmê û niştecihên wê.

(şx)