4 çeteyên ku endamekî hêzên ewlekariye şehîd xistibû hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 4 çeteyên ku endamê wan ê bi navê Ebdusemed El Hemûd şehîd xistibû, girtin.

4 çeteyên ku endamekî hêzên ewlekariye şehîd xistibû hatin girtin
8 sibat, 2024   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî çeteyên girtî ku 6’ê Sibatê endamê wan Ebdusemed El Hemûdî li Reqayê şehîd xisitibû, daxuyanî da.

Navenda Ragihandinê ev agahî dan: "Roja Sêşemê (6’ê Sibatê) şaneyeke terorîst ku li erebeyekê bû, endamê me Ebdulsemed El Hemûd ê ku li Reqeyê li bendeke kontrolê erka xwe bi cih danî, kir hedef. Hêzên me yekser dest bi lêkolîn û komkirina agahiyan kir.

Hêzên me bi operasyoneke bibandor girte ser cihên ku 4 endamên şaneyê xwe lê vedişart û ew girtin. Li gel çeteyan ev çek hatin desteserkirin: Kalaşnîkofek, demançeyek, 4 cercûrên kalaşnîkofan, 2 bombeyên destan û xencerek.”