‘230 hezar zarok û jin bi gefa mirina ji ber birçîbûnê re rû bi rû ne’

Rêxistina Save the Children hişyarî da ku li Sûdanê nêzîkî 230 hezar zarok û jinên ducanî bi "gefa mirina ji birçîbûnê" re rû bi rû ne.

‘230 hezar zarok û jin bi gefa mirina ji ber birçîbûnê re rû bi rû ne’
13 adar, 2024   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Save the Children îro ragihand ku nêzî 230 hezar zarok, jinên ducanî û yên nû welidîne ji ber şerê nêzî salekê yê di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de bi gefa "mirina ji ber birçîbûnê" re rû bi rû ne.

Di daxuyaniya rêveberê rêxistinê Arif Nûr de birçîbûna li Sûdanê wek “herî xeternak” hat nirxandin û hate gotin: "Nêzî 2 milyon û 900 zarok ji ber kêmxwarinê êşê dikişînin û 729 hezar zarokên din ên kêmî 5 saliyê mexdûrên têrnexwarina domdar in."

 Arif Nûr diyar kir ku aloziya birçîbûnê her ku diçe dijwartir dibe û tu çareserî ne xuya ne.

Li gorî NY’yê, zêdetirî nîvî xelkê Sûdanê ji bo bijîn hewcedarî alîkariyên mirovî ne.

(bb)