2 kes hatin girtin û miqdareke çekan hate desteserkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 kesên ku hewl didan çekan derbasî Reqayê bikin girtin û miqdara çekan desteser kir.

2 kes hatin girtin û miqdareke çekan hate desteserkirin
7 ÇILE, 2024   15:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî parve kiriye, ragihand ku du kesên têkiliyên wan bi DAIŞ’ê re hene, girtine û miqdarek çekan desteser kiriye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin: “Duh, Şemiyê 6’ê Çile, dewriyeya me ya li ser rêya di navbera Reqa û Dêrezorê de, guman bi kamyonek ku bi tonan pembo barkirîbû kir. Di dema kontrolkirina kamyonê de miqdarek çek, cebilxane û mûşek hatin dîtin. Her du kesên  di kamyonê de hatin girtin.

Li gorî daxuyaniyê de çekên ku hatine desteserkirin ev in:

2 kilaşnkov

20 cercûrên kilaşînkov

10000 mermiyên kilaşînkov

Narincokek 15 sa’iqên teqîner

R.B.G 1 Digel pênc mûşekan

12 heşweyên R.B.G

Çekek BKC

2549 mermiyên çeka BKC

Damanceyek 9 mm.

(he)