Ji ber êrişên dagirkeran welatiyek ji lingê xwe bû

Ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker welatiyekî Efrînî ji lingê xwe bû.

Ji ber êrişên dagirkeran welatiyek ji lingê xwe bû
7 ÇILE, 2024   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişa duh a dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Soxanekê ya navçeya Şêrawayê ya Efrînê de welatiyê bi navê Şiyar Mihemed Xelo (31) bi giranî ji lingê xwe yê çepê ve birîndar bûbû. 

Şiyar Mihemed Xelo ji navçeya Şiyê ya Efrînê ye, bavê pitekekî 6 mehî ye. Şiyar Xelo dema ji navçeya Til Rifetê ya Şehbayê cihê ku lê dimîne, ji bo berhevkirina kîvarkan diçû gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawayê bû hedefa êrişê.

Şêniyan Şiyar Xelo rakir Nexweşxaneya Avrîn a yekane li Şehbayê ya ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye dorpêçkirin. Bijîşkan ruxmî tevahî hewldanan neçar man ku lingê wî bibirin.

Li gorî Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn Şiyar Mihemed Xelo wê bi rojan di bin çavdêriya awarte de bimîne.

(bb)

ANHA