2 hezar û 100 penaberên din li Girê Spî hatin bicihkirin

Desthilata Tirk di Tebaxê 2 hezar û 100 penaberên sûriyeyî li bajarê Girê Spî yê dagirkirî bi cih kirin.

2 hezar û 100 penaberên din li Girê Spî hatin bicihkirin
1 îlon, 2024   16:15
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyên xwecih, desthilata Tirk di Tebaxê de 2 hezar û 100 penaberên sûriyeyî bi darê zorê ji Tirkiyeyê derxistiye û li Girê Spî bi cih kiriye.

 Çavkaniyan diyar kir ku desthilata Tirk penaber li rêya deriyê sînor ê Girê Spî, radestî çeteyên "Polîsên leşkerî" kiriye  û li Girê Spî bi cih kirin.

Rayedarên dewleta Tirk di Nîsana 2022’yan de ragihandibû ku dê mîlyonek penaberên sûriyeyî vegerîne. Ji wê demê ve heya niha 38 hezar û 460 penaberên sûriyeyî û 72 iraqî bi darê zorê ji Tirkiyeyê derxistin û li Girê Spî bi cih kirin.

24`ê Tebaxê desthilata Tirk zarokekî 12 salî li deriyê sînor ê bajarê Girê Spî, radestî çeteyên Polîsên Leşkerî kiribû.

(şx)

ANHA