Filistîn rojeva sereke ya rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişandin ser plana Amerîkayê ji bo bidawîkirina şerê li Xezayê, helwesta hevalbendên Hemasê û taloqkirina operasyona bejahî ya li dijî Xezayê.

Filistîn rojeva sereke ya rojnameyên erebî ye
18 cotmeh, 2023   06:52

Rojnameya El Exbar a Lubnanê têkildarî rewşa Filistînê bal kişand ser plana Amerîkayê ya ji bo bidawîkirina şerê li Xezayê. Di nûçeya rojnameyê de navaroka planê wiha hat diyarkirin: “Plan li ser gelek qonaxan e. Di nava plane de vegerandina sazî û hêzên Filistînê li Xezayê, girtina hemû saziyên di bin rêveberiya Hemasê de û radestkirina wê bo desthilata Filistînê, piştgiriya bo hêzên leşkerî yên desthilata Filistînê li Xezayê û rêveberiya wê ya leşkerî û ewlehiyê, hene.”

HELWESTA HEVALBENDÊN HEMASÊ

Rojnameya El Ereb jî di heman mijarê de bal kişand ser daxuyaniya serokê berê yê polîtburoya tevgera Hemasê Xalid Mişel a “Tiştê ku hemas ji eniya berxwedanê hêvî dike, hîne bi cih nehatiye”. Di nûçeya rojnameyê de daxuyaniya Mişel wiha hat şîrovekirin: “Îran û Hizbullahê piştgiriya pêwîst ji bo Hemasê pêşkêş nekirine.”

OPERASYONA MUHTEMEL DIJÎ XEZAYÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat jî di nûçeyek xwe de bal kişand ser îhtimala lidarxistina operasyona bejahî ya li dijî Xezayê. Di nûçeyê de ku agahiyên xwe spartin çavkanî û raporan, hat destnşînkirin ku diviyabû operasyon hefteya borî hatiba lidarxistin, lê ji ber gelek daneyên mîna berfirehbûna şer, beşdarbûna aliyên din nava şer, hatiye guherandin, ji lewra Îsraîlê operayon betal nekiriye, lê tenê taloq kiriye.

(c)