Bîlançoya şerê Îsraîl-Hemasê: 13 hezar kuştî û birîndar

Hejmara kuştî û birîndarên şerê Hemas-Îsraîlê heta niha gihaştiye 13 hezar û 750’î. Serokê Amerîkayê Jeo Biden jî ji bo piştgiriyê sibê serdana Îsraîlê dike.

Bîlançoya şerê Îsraîl-Hemasê: 13 hezar kuştî û birîndar
17 cotmeh, 2023   08:23

Şerê ku 10 roj e di navbera tevgera Hemasê û hêzên Îsraîlê de dest pê kiriye, hê jî bi dijwarî dewam dike.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken piştî dan û standinên li navenda Wezareta Parastinê ya Îsraîlê bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re, daxuyanî da û da zanîn ku dê serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo piştgiriya Îsraîlê sibê (18 Cotmeh) serdana wî welatî bike.

Blinken got: “Ne tenê maf e, lê erka Îsraîlê ye ku gelê xwe ji Hemasê û terorîstan biparêze û rê li êrişên muhtemel bigire. Dê serok Biden ji Îsraîlê pêdiviya wê ya ji bo parastinê guhdarî bike. Em ji bo pêşwazîkirina wan pêdiviyan xebatên bi Senatoyê re dewam dikin.”

Koşka Spî jî ragihand ku dê Biden piştî Îsraîlê biçe Urdinê û bi şahê Urdinê Ebdullah Es-Sanî, serokê Filistînê Mehmûd Ebbas û serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî re dan û standinan bike.

BÎLANÇOYA ŞER

Li aliyê din şer û pevçûnên li herêmê di roja 11`an de dewam dikin. Agahiyên li ser amadekariyên Îsraîlê ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî ya bejahî li Xezayê, hatin parvekirin.

Li gorî France24, tê payîn ku deriyê Refeh ê li ser sînorê Misirê ji nû ve bê vekirin. Hewldanên dîplomatîk ji bo gihandina alîkariyan ji Xezayê re dewam dikin.

Li gorî daneyan, heta niha li Îsraîlê hezar û 300, li Xezayê jî herî kêm 2 hezar û 750 kes hatine kuştin. Ji her du aliyan jî 9 hezar û 700 kes birîndar bûne.

NÎV MILYON KES LI ÎSRAÎLÊ KOÇBER BÛ

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku ji 7`ê Cotmehê de nêzî 500 hezar welatiyên Îsraîlê koçberî herêmên din ên hundirê Îsraîlê bûne.

Li aliyekî din artêşa Îsraîlê li ser hesabê xwe yê X’ê da zanîn ku ew cihên Hizbullahê yên li Lubnanê topbaran dikin.

PÊŞNÛMEYA AGIRBESTÊ

Duh, Rûsyayê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo ragihandina agirbestê di navbera Hemas û Îsraîlê de pêşnûme pêşkêş kiribû. Lê belê pêşnûmeyê dengên têrker (herî kêm 9 dengên erê) bi dest nexistin û pêşnûme nehat qebûlkirin.

Ji bo pêşnûmeyê 5 dengên erê, 4 dengên na hatin dayîn, 6 endamên konseyê jî dengê xwe bi kar neanî.

(c)